Dewleta dagirker çiyayê Metîna bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metîna bombebaran kir. Ziyanên êrişan nehatin zanîn.

Dewleta dagirker çiyayê Metîna bombebaran kir
7 hezîran, 2024   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, îro di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Metîna yê dikeve sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bombebaran kir. Derbarê ziyanên canî û madî de agahiyên zelal nehatin zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker goristana kevin a gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê bombebaran kiribû û di encamê de agir bi goristan, daristan, bax û baxçeyên gundiyan ket. Ji ber ku destûr nehat dayîn xelkê deverê agir vemirînin, rûbereke mezin şewitî.

Li gor daneyên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ku îro belav kiriye, balafirên dewleta Tirk a dagirker tenî duh û îro 33 caran herêmên Qendîl, Zap, Metîna û Garê bombebaran kirine.