MSD’ê ji bo qezaya li Idlibê peyama sersaxiyê da

MSD sersaxî ji malbata qurbaniyên qezaya ketina otobusê ya di çemê Asî de ya li Idlibê xwest.

MSD’ê ji bo qezaya li Idlibê peyama sersaxiyê da
7 hezîran, 2024   20:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi nameyekê sersxî ji malbatên qurbaniyên qezaya ketina otobusa zarokan a di çemê Asê de ya li gundewarê Idlibê re xwest.

Nameya MSD’ê wiha ye: "Me bi xemgînî agahiyên qezaya ku bajarê Derkûş ê rojavayê Idlibê hejandî ku di encamê de zarokên bêguneh bûn qurban, şopand.

Qezaya ketina otobusa bi dehan zarokan di çemê Asî de  kareseteke biêş e. Ev karesat hemû êşên ku gelê Sûriyeyê di şer de kişandine tîne bîra me. Em sersaxiyê ji malbatên qurbanan re dixwaze û di êşên wan de dibe hevpar. Em hêvî dikin ku xwedê bi dilovaniya xwe qurbanên bêguneh şad bike û sebrê bide malbatên wan.

Şêniyên bakurê rojavayê Sûriyeyê tevî êş û birînên xwe lê dîsa jî cenga rizgarbûna ji dagirkeran û terorê didomînin. Em jî piştgiriya xwe ji wan û têkoşîna wan re nîşan didin. Ew têkoşîna ji bo avakirina pergaleke siyasî ya demokratîk ku tê de mafên wan parastî bin û jiyaneke birûmet ji wan re were misogerkirin, bidomînin. Em bi hêvî ne ku aştî û aramî li seranserî xaka Sûriyeyê serwer be û gelê me dûrî şer, dagirkerî, koçberî û tundrawiyê jiyaneke birûmet bijî."

(mh)

ANHA