Baregeha Amerîkayê ya li Şedadê hate hedefgirtin

Li gorî çavkaniyên rojnamegeriyê, dengên teqînan ji hundirê baregeha Amerîkayê ya li Şedadê hatin bihîstin. Ew baregeh li başûrê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Baregeha Amerîkayê ya li Şedadê hate hedefgirtin
26 kanûn, 2023   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala Meyadîn ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan anî ziman ku dengên ji baregehê hatine ew e ku komên berxwedanê bi gelek moşekan baregeha Amerîkayê topbaran kirin.

Di berêvara îro de, welatiyê bi navê Salih El Selîm di encama avêtina moşekeke ji aliyeke nenas ve li nêzî mala wî ya li navçeyê de jiyana xwe ji dest da.

(fr)