Yekitkiya Şaredariyan a Efrîn-Şehbayê serkeftina DEM Partiyê pîroz kir

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Efrîn-Şehbayê serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên şaredariyan de pîroz kir û diyar kir ku gelê Bakurê Kurdistanê îsbat kir ku Erdogan û rejîma wî nikarin îradeya gel têk bibin.

Yekitkiya Şaredariyan a Efrîn-Şehbayê serkeftina DEM Partiyê pîroz kir
4 nîsan, 2024   12:14
ŞEHBA

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Efrîn-Şehbayê bi daxuyaniyekê serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên yekitiyê li pêşiya navenda şaredariyê ya li gundê Til Sosînê hate dayîn. Endama yekitiyê Şervîn Şêxo bi zimanê kurdî û hevseroka yekitiyê Elîf Şêx Mihemed bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst ku polîtîkayên herî qirêjî meşandin û hê jî dimeşîne, destpêkê ji dîroka xwe ya Osmanî ya bixwîn li dijî gelên herêmê û heta niha bi îdeolojiya xwe ya DAIŞ’î di şexsê AKP-MHP’ê de temsîl dike. Ji bo berdewamiya zîhniyeta xwe ya neteweperest û nîjadperest hemû şertan li gorî xwe bi kar tîne. Bi kuştin, girtin û berovajîkirina hemû rastiyan li pêşberî raya cîhanê, hewl dide îradeya gelan bişikîne û nasnameya wan ji holê rake.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Bakurê Kurdistanê ji hemû cîhanê û bi taybetî jî ji hikumeta Erdogan re îsbat kir ku tu siyaset nikare rê li ber hêz û îradeya gel bigire.

Di dawiya daxuyaniyê de serkeftina DEM Partiyê hat pîrozkirin.

(zş/bb)

ANHA