Der barê proseya perwerdeyê de daxuyniyeke girîng

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê xwest ku ku bi lez bersiva xalên  rêkfetina di naberî wan bide û ji bo misogerkirina proseya ezmûnan û mafên xwendekaran gavên pêwîst bavêje.

Der barê proseya perwerdeyê de daxuyniyeke girîng
27 nîsan, 2025   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê rêkeftina ku di navbera wan û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de pêk hatiye daxuyaniyek da.

Daxuynya Desteya Perwerde û Fêrkirinê:

"Kirîza Sûriyê ev bêhtirî deh salan e bandoreke neyînî li sektora perwerde û fêrkirinê kiriye. Lewra proseya fêrkirinê jî di encamê de rastî gelek pirsgirêkan hatiye û bandoreke derûnî û civakî li xwendekar û sermiyanên wan kiriye û rewşa nearamiyê ji ber siberoja nediyar li cem wan gur kiriye. 

Piştî rizgarkirina Sûriyê ji desthilata Beisê di 8ê kanûna pêşîn a 2024 an de û îmzakirina rêkeftina di navbera Serok Ehmed El-Şeri û Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Ebdî de derfetek peyda bû ku rêgeha fêrkirinê were sererastkirin. Yek ji babetên herî giring û pêşekî yên vê qonaxê, çareserkirina dosyeya proseya ezmûnan a her du bawernameyên navîn û amadehiya giştî bi hemû şaxên wê ve bû. Ji ber ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li siberoja xwendekarên xwe miqate ye û da ku keda wan a sala dirêj ên xwendinê biparêze û ji ber ku ev yek erka me ya mirovî û exlaqî ye, Desteya Perwerdeyê bi Rêxistina UNICEFê re ket danstandin da û dosyeya proseya ezmûnan bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê guftûgo bike. Piştî dan û standinên onlinê û peyaman û wergirtina nameyan, hevdîtineke zindî li Şamê di her du rojên 13-14ê nîsana 2025 an de di navbera şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê û şandeya Wezaretê de pêk hat. Di civînê de li ser gelek xalên giring hat lihevkirin, hin ji wan xalan li jêr tên rêzkirin: 

Pêrabûnên tomarkirinê bên hesankirin û maweya wê bê dirêjkirin da hemû xwendekarên ku minhacên Şamê dixwînin bikarin xwe tomar bikin. 

Rê ji xwendekaran bê dan ku ezmûnan li deverên xwe bikin da çûn û hatin bandorê li wan neke. 

Avakirina komîteyeke hevbeş a demkî ji bo rêvebirina proseya ezmûnan bi minhacên Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 

Proseya perwerdeyê ya xwendekarên Rêvberiya Xweser ji bo sala xwendinê 2024-2025 wekî salên borî berdewam bibe. 

Vê hevdîtinê hêviyên xwendekar û malbatan geş kirin û Desteya Perwerdeyê helwesteke nerm nîşan da û pabend bû ku bêyî bidesxistina rêkeftineke dadmend venegere. Piştî sazkirina belgeya hevbeş bi serperiştiya UNICEFê, Desteyê amadebûna xwe ya yekser bo cîbicîkirinê ragihand, lê Wezareta Perwerdeyê ev rêkeftin ji bo pesendkirinê bo aliyên siyasî yên bilind veguhast. 

Lê tevî ku dem teng bûye herwiha ezmûn nêzîk bûne jî, heta niha tu bersiveke fermî ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve derneketiye. 

Loma em ji bo raya giştî radigihînin ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilata Sûriyê hemû hewlên xwe ji bo biserxistina proseya ezmûnan kirine, ji ber wê yekê: Em ji Wezareta Perwerdeyê dixwazin ku bi lez bersiva xwe li ser bendên rêkfetinê bide û ji bo misogerkirina proseya ezmûnan û mafên xwendekaran gavên pêwîst bavêje. "

(k)