Bi sedan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daket qadan

Li bajarê Girkê Legê bi sedan kes bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan. Hate gotin, aştî û demokasî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dibe.

27 nîsan, 2025   14:54
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên ji bajarê Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa û Rimêlan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.

Girseya li bajarê Girkê Legê kom bû ji Qada Şehîd Xebat dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

Meş li Sûka Navendî sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre nûnera Kongra Star a bajarê Til Koçerê Delal Şiblî axivî. Delal diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahiya gelan tê dikoşe û got: "Em bi yek dengî teqez dikin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ya jêneveger e."

Hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Akif Sebrî anî ziman ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û têkoşîna wan a ji bo serxistina vê armancê dewam dike.

Akif Sebrî bal kişand ser peyama aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi vê peyamê Kurd bûne yek. Her wiha da zanîn ku dê pabendî fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA