DEM Partî: Têkoşîna heqîqetê bênavber didome

Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê yê DEM Partiyê Tayip Temel, bi minasebeta 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistan daxuyanî da. Temel anî ziman ku têkoşîna heqîqetê bê navber didome.

DEM Partî: Têkoşîna heqîqetê bênavber didome
22 nîsan, 2024   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Kurdistan 126 sal berê di 22'ê Nîsana 1898'an de li Qahîrê dest bi weşanê kir. Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê yê DEM Partiyê Tayip Temel, bi minasebeta 126'emîn salvegera rojnameya Kurdistanê daxuyanî da. 

Daxuyaniya Temel wiha ye:

"Rojnameya Kurdistanê 126 sal berê 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya neteweyî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin. Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel a Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şertên dijwar de hatiye derxistin û di bin zext û pêkûtiyan de maye. Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên. Rojnameya ku rejîma despot a Abdûlhamîd rexne kiriye ji ber zextan jimarên wê yên 6-31ê ji hêla Abdurrahman Bedirxan ve li Swîsre û Brîtanyayê hatiye derxistin. 

Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 20an de bûye qorzîberek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cî aniye. Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22'yê Nîsanê ji sala 1973'yan û vir ve wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 126 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê. Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye. 

Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90'î de wek ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000'î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye. Gelek bûyerên wek qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamegerên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de ciyê xwe girtine. Ji ber vê biryardariya rojnamegerên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Desthilatan bi vî awayî xwestine ku rojnamegerên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin. Bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji hêla desthilata AKP'ê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin, bi OHAL û KHK'yan hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin. Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in. Di salen 90'î de ev êriş wek polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wek qetlîmanên li ser rojnamegeran tên meşandin. Wek hevrêyên xwe rojnameger û akademîsyen Nagehan Akarsel jî bi destê vê zihniyetê hat qetilkirin.

Em Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin. Em di şexsê Musa Anter, Gurbeteli Ersoz, Nagîhan Akarsel, Hafız Akdemir û Huseyin Deniz de hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her tim rêya me ronî bike."