Dayikên aştiyê, gaziyên şer û partiyên siyasî komplo şermezar kir

Dayikên aştiyê, partî û Mala Gaziyên Şer Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku azadiya gelan bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye.

Dayikên aştiyê, gaziyên şer û partiyên siyasî komplo şermezar kir
Dayikên aştiyê, gaziyên şer û partiyên siyasî komplo şermezar kir
Dayikên aştiyê, gaziyên şer û partiyên siyasî komplo şermezar kir
13 sibat, 2024   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantona Tebqayê bi dehan Dayikên Aştiyê û endamên Mala Gaziyên Şer li Goristana Şehîdan a kantonê kom bûn û daxuyaniyek da. Endamê rêveberiya Mala Gaziyên Şer a kantona Tebqayê Hafiz El Hemûd daxuyanî xwend. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin komplo bi armanca dûrxistina gel ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan û ji ber ku çareseriya yekane ya dozên Rojhilata Navîn in, hate kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ruxmî tevahî hewldanan lê Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê ji bo gelên azadîxwaz veguherand menareyekê û Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ev serkeftin îsbat kir.

REQA

Di vê çarçoveyê de endamên partiyên siyasî yên li kantona Reqayê dixebitin li Çerxerêya Neîm kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyeyê Sûad Mardînî daxuyanî xwend.

Partiyan komploya navneteweyî şermezar kir û bang li tevahî gelên azadîxwaz ên li cîhanê kir ku divê helwesteke biîsrar ji bo piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan hebe û divê bawerî hebe ku bêyî xwediyê felsefeya vîna azadî anku Rêber Abdullah Ocalan azadî pêk nayê.

(fr)

ANHA