Bi tabloyeke mirovî navêˊRêber Apoˊ hat çêkirin

Bi dehan jinên kantona Tebqayê tevî şitlên hilgirtine, bi rêz sekînin û navê ˊRêber Apoˊ çêkirin.

Bi tabloyeke mirovî navêˊRêber Apoˊ hat çêkirin
Bi tabloyeke mirovî navêˊRêber Apoˊ hat çêkirin
Bi tabloyeke mirovî navêˊRêber Apoˊ hat çêkirin
Bi tabloyeke mirovî navêˊRêber Apoˊ hat çêkirin
13 sibat, 2024   16:55
TEBQA

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê çalakiya li dar xist. Di wê çalakiyê de bi rêz sekînin û navê "Rêber Apo" bi tabloyeke mirovî çêkirin. Tê de bi dehan jinên kantonê tevî şitlan beşdar bûn.

Di çalakiyê de rêvebera meclisê Semîra Hebeş bi navê meclisê û jinên Tebqayê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku jinên herêmê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan êdî li hemû qadên siyasî, leşkerî, civakî û ewlehî bûne xwedî rol.

Semîra Hebeş wiha domand: "Pêwîst e jin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rola xwe bi awayekî çalaktir bilîzin."

(mh)

ANHA