Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn

Dayika Rêber Abdullah Ocalan Uwêş di salvegera 33'emîn a wefata wê de li Til Temirê hat bibîranîn.

Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
Dayika Uwêş li Til Temirê hat bibîranîn
11 nîsan, 2026   14:25
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê bi boneya salvegera 33'an a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan Uwêşê civînek li dar xist.

Civîn li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi amadebûna endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.

Di civînê de piştî deqeya rêzgirtinê, ji rêveberên Kongra Star Sena Samir axivî. Senaa Samir got hemû jinên ku mîna yadê Uwêş ên ku di civakê de şopek hiştin divê werin bibîranîn û got, yadê Uwêş bûne sembola dayika bisebir û wiha domand: "Yadê Uwêş di hawirdoreke gundewarî de li Bakurê Kurdistanê mezin bû. Rû bi rûyî mercên zehmet ên jiyanî bû. Lê tevî hemû zehmetiyan karibîn bi xurtî rola xwe ya perwedekirinê bi cih bîne. Nirxên sebir û tehemulbûnê çand. Axaftina li ser yadê Uwêş di bingeha xwe de axaftina li ser rola jinan di civakê de ye. Yadê Uwêş nimuneya jinekê ye ku kesayetek bibandor ava kir. Îsbat kir ku perwerdeya di male de bingehê avakirina mirovên zane û civakeke zane ye."

Di dawiyê de beşdaran diyar kir ku dê têkoşîna avakirina civakeke demokratîk ku rola jinan tê de li cih be, bidomînin.

(bb)

ANHA