Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li Qamişloyê panelek bi navê "Çîrokên Gulan" bi rêxistin kir.

Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
Jinan tecrubeyên xwe yên aborî parve kirin
11 nîsan, 2026   13:37
QAMIŞLO

Li Parka Xwendinê ya Qamişloyê Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelek bi navê "Çîrokên Gulan" organîze kir. Çalakvan, hiqûqnas, endamên meclis û saziyên jinan tev li panelê bûn. 

Di panelê de 4 jin li ser jiyan û têkoşîna xwe axivîn.

Di destpêkê de Nadiya Ebdulhelîm Bozo axivî. Nadiya ji zaroktiya xwe ve astengdar e û gelekî tê koşiyaye heyanî ku ketiye nava civakê û xwendina xwe berdewam kiriye. Nadiyayê got wê bi israra xwe û îradeya wê xurt bû heyanî ku karîbû bixwîne û biçe beşa hiqûqê. Nadiya got tev li însiyatîfên civakî bûye. Bi taybet girîngî daye mafên jinan û astengdaran. Li gund û bajaran perwerde dane jinan û ew yek ji sazkarên `Komeleya Suferai a Kesên Astengdar` bû.

Piştî Nadiya tecrubeya xwe parve kir, Terfa Salih Silêman axivî. Terfayê anî ziman ku berî 5 salan hevjînê wê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û ew bi xwe berpirsyariya zarokên xwe radike û wan xwedî dike. Terfayê diyar kir ku piştî hevjînê wê wefat kiriye wê xwe fêrî dirûnkariyê kiriye û bi rêya dirûtinê pêdiviyên zarokên xwe pêk tîne û niha dixwînin.

Ebîr El Selîm jî axivî û got ew dayika 4 zarokan e, berî 10 salan hevjînê wê wefat kir û destpêkê gelekî jê re giran bû. Piştre dixebite û zarokên xwe xwedî kirine.

Behiya Mihemed Şêxmûs jî got mûçeyê hevjînê wê têra wan nedikir, ji ber vê yekê wê dest bi dirûnkariyê kiriye. Behiya tev li koma "Ehlam El Sexîra" dibe ku 100 jin lê dirûnkariyê dikin. Bi vê projeyê re rewşa wan a aborî baştir bûye.

Piştî ku jinan têkoşîna xwe ya ji bo aborî û jiyanê parve kir, beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Di nêrînên xwe de pêşniyar kirin ku zêdetir panelên wiha werin birêxistinkirin. Civak û sazî jî alîkariyê bidin jin, pewerde bikin û derfeta kar bidin jinan. Bi vî awayî jin di aliyê aborî de dibin xwedî tecrube.

(np)

ANHA