Şahiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

11 nîsan, 2026   14:28
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya li taxa Miftî ya Hesekê bi amadebûna nûnerên sazî, meclis, zarok û malbatên şehîdan pêk hat.

Di şahiyê de piştî deqeya rêzgirtinê, dayika şehîd Bengîn û Hozan Xedîce Dawud axivî û  rola şehîdan di parstina ewlehiya herêmê de vegot. Xedîce Dawud soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi saya wan hatine bidestxistin, da.

Keça şehîd Salar, Diljîn Mîroz û keça şehîd Xalid Zobai Osos, Lîmar Xalid Oso jî helbest li ser şehîdan xwendin. Piştî helbestan stran hatin pêşkêşkirin. Li ber stranan govend hate gerandin.

(bb)