Dan û standinên nukleerî yên li ser asta pisporiyan hatin paşxistin
Dan û standinên ji bo nukleerî yên li ser asta pisporên Tehranê û Washingtonê, ku çaverê bû çarşemê bihatana pêkanîn, heta şemiyê hatin paşxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî li ser Telegramê ragihand ku dan û standinên Amerîka û Îranê yên li ser asta pisporan, ku çaverê bû sibe (çarşemê) dest pê bikirana, heta şemiyê hatin paşxistin.
Çaverê ye di şemiyê de, tûra 3'yemîn a dan û standinên nukleerî yên bi navberkariya Umanê, ku wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî û nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff serkêşiya wan dike, dest pê bike.
Girêdayî wê, îro Iraqcî berê xwe çû Çînê, ku bi Bekînê re dan û standinên Tehran û Washingtonê û têkiliyan dualî yên Îran û Çînê gotûbêj bike.
Wezareta Karên Derve ya Çînê ragihand ku wezîrê Karên Derve yê Îranê çarşemê serdana Çînê dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kiribû ku wê Îran û Çîn bernameya nukleerî ya Îranê û rakirina cezayên Amerîkayê nîqaş bikin.
Ev gera Iraqcî beriya şemiya bê ya temamkirina dan û standinên Îranî-Amerîkayî pêk tê.
Têkildarî heman mijarê, serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku gera 2'yemîn a dan û standinên bi Tehranê re ya ku li Romayê pêk hat, pir baş bû.
Serokê Îranê Masûd Pizîşkyan jî diyar kiribû ku Îran ji bo lihevkirina bi Washingtonê re, bi merca ku berjewendiyên niştîmanî yên Îranê parastî bin, amade ye.
(mh/fr)