Desteya Çandê bi xebatên xwe herêmê dike cihê dilkêşiyê

Desteya Çand û Şûnwaran bi xebat û çalakiyên xwe yên çandî û hunerî hewl dide herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike cihê dilkêşiyê.

Desteya Çandê bi xebatên xwe herêmê dike cihê dilkêşiyê
23 nîsan, 2025   06:17
REQA
MIZGÎN ELÎ

Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wan plansaziya çandî ya sala 2024’an pêk aniye. Li gorî wê, pêşwazî li hunermendên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û welatên cîran kiriye û jîngeheke azad ji bo afirîneriya hunerî û çandî peyda kiriye. 

Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran Murhef El Fehed diyar kir ku deste ji bo pêşxistina hunerê dixebite û bala xwe didin ser çanda cihêrengî û pirrengiyê.

Murhef El Fehed got tevî ku zirareke mezin li şûnwarên arkeolojîk bûye, ji ber şer û êrişên çeteyên DAIŞ'ê, lê Rêveberiya Xweser gelek xebatên sererastkirinê li gorî pîvanên navneteweyî kirine.

Di warê hunerên dîtbar de jî di 2024`an de hin çalakiyên girîng hatin lidarxistin, çend pêşangeh û sempozyum hatin lidarxistin.

Deste hewl dide îsal jî bi beşdariya hunermendên sûriyeyî û yên ji derveyî Sûriyeyê çalakiyên berfirehtir li dar bixe.

Di çarçoveya çalakiyan de li Qamişlo amadekariyên pêşangeha pirtûkan tên kirin. Di pêşangehê de dê ahengên îmzekirina pirtûkan bi beşdariya nivîskaran pêk bên.

Desteyê îsal dê festîvala wêjeyî ya sêyemîn jî li dar bixe. Festîval bi zimanên kurdî, erebî û suryanî li dar dikeve.

Rêveberiya Xweser hewldanên xwe ji bo pêşxistina binesaziya geştiyariyê û avakirina cihên çandî û xizmetguzariyê didomîne. Murhef El Fehed got eger rewşa ewlehiyê aram bibe dê Desteya Çand û Şûnwaran projeyên çandî û geştyarî pêk bîne.

Murhef El Fehed bang li hemû hunermend û nivîskarên Sûriyeyê kir ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, rewşa wê ya çandî û hunerî bibînin û beşdarî çalakiyan bibin.

(k)

ANHA