Şandeya DEM Partî wê 24’ê Nîsanê bi wezîrê Edaletê yê Tirk re rûne

DEM Partî wê di 24'ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re hevdîtinê pêk bîne.

Şandeya DEM Partî wê 24’ê Nîsanê bi wezîrê Edaletê yê Tirk re rûne
22 nîsan, 2025   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîroka civîna di navbera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê de hate aşkerakirin.

Cîgirên Serokê Koma Meclîsê ya DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokên Giştî û Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, wê 24’ê Nîsanê bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re  li avahiya Wezareta Edaletê bicivin. Lê heta niha saeta hevdîtinê nehatiye diyarkirin.

Diviyabû endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM'ê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Cîgirên Serokê Koma Partiyê di 18'ê Nîsanê de bi Tûnç re hevdîtin bikira. Lê ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder û pêşwazîkirina Pervîn Buldan a ji ziyaretvanan re hate diyarkirin ku dê cîgirên serokê komê û Turkdogan bi Tunç re hevdîtinê pêk bînin.