Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 3 - RAUF KARAKOÇAN

Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 3 - RAUF KARAKOÇAN
6 cotmeh, 2024   03:10

Hêzên ku dixwestin bi komployê xwe bigihînin encamê, pê hesiyan ku gelekî şaşî kirine. Yekane çareya wan a dawîn, bi temamî tecrîdkirina Rêber Apo bû. Tecrîdê bi salan dewam dike jî kuştineke bêdeng e. Qonaxa dawîn a komployê ku serdestên bêmecal ji bo encamê serî lê da, tecrîd û îzolasyon bû.

Dema dibêjin Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Yekkesî ya bi Ewlehiya Bilind, navê wê jî têra xwe tirsnak e. Heta hewayê nemdar ên vê girava biçûk jî, têrê dike ku wê berxwedana jiyanê ya mirovan zû bişikîne û rê li ber nexweşiyên cuda yên mayînde veke. Di hucreyeke teng de ku dişibe tabûteke li giraveke bi vî rengî 26 salan mayîn jî, bi serê xwe çîrokeke mezin a berxwedanê ye.

Bi salan e li Îmraliyê tecrîd tê ferzkirin. Di warê hiqûqî de ji sala 2011’an ve hevdîtinên parêzeran bi Rêber Apo re hatine birîn. Di sala 2019’an de ji ber hin sedeman (Ewropa, Tirkiye-Kurdistan û bi taybetî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, rojiyên mirinê, çalakiya Leyla Guvenê), ji bilî 5 hevdîtinên parêzeran, parêzer neçûne giravê. Tevî biryarên Konseya Ewropayê û saziyên din jî, Tirkiye li gorî peymanên/biryarên van saziyan tev nagere ku ev bi xwe jî aliyekî wan e. Girtîgeha Îmraliyê ji 7’ê Tebaxa 2019'an ve li parêzeran hate qedexekirin.

Ji ber hesasiyeta gel a li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo, piştî ku di 25'ê Adara 2021'an de 4 û nîv deqeyan pêwendiyeke qutkirî ya telefonê kir, careke din agahî jê nehat girtin. Qutkirina vê axaftina duyemîn a telefonê ku Rêber Apo di dema ragirtina xwe ya 26 salan de kir jî, nîşan dide ku sîstemeke îşkenceyê ya sîstematîk tê meşandin.

Ji wê rojê ve li zindana giravê ku têkiliyeke yekser an jî neyekser pê re nîn e, pêkanîna tecrîda giran dewam dike. Bi sedan serlêdanên (zêdetirî 300) parêzer û malbatê ji bo hevdîtinan nehatine bersivandin û daxuyanî hene ku cezayê hucreyê lê tê ferzkirin. Her wiha nayê zanîn bê ka bi çi hincetê li girtîgeha yekkesî cezayê hucreya yekkesî didine.

Sîstema tecrîdê ew çend tevlihev e ku dê li hemû pirsgirêkên binyadî yên Tirkiyeyê belav bibe. Divê bi zelalî were gotin bêyî ku pergala îşkence, tecrîd û îzolasyonê ya li Îmraliyê were fehmkirin, tu pirsgirêkeke Tirkiyeyê çareser nabe. Lê mixabin feraseta siyasî ya ku vê pirsgirêkê paşguh dike, çi partiya desthilatdar be yan jî bloka muxalefetê be, fehm nake yan jî xwe li nefehmkirinê datîne.

Dengvedana li derve ya tecrîda li Îmraliyê ya desthilata faşîst jî komkujiya Kurdan e. Armanc ew e ku destkeftiyên Kurdan tune bikin û bi êrişên dagirkerî û tunekirinê û bi bombebaranên giran ên ku bi rojan li ser sînor tên kirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdan tesfiye bikin. Yanî tecrîda li Îmraliyê û tesfiyekirina li çiyê, bi hev re dimeşînin.

Rêber Apo û vîna gelan a ku ew temsîl dike, li pêş wan kesan e ku li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê li ber xwe didin û demokrasiya radîkal li eniyan temsîl dikin. Divê mirov berxwedana Kurdan a li hember faşîzma despotîk a li Tirkiyeyê bibîne. Bi saya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û sekna canfeda ya gerîla, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema bingehîn a têkçûna hilbijartinê ya AKP'ê, polîtîkayên wê yên dijminane yên li dijî Kurdan e. Wekî ku ji tecrubeya şer a 50 salan jî tê dîtin, yên li dijî PKK û Kurdan, mehkûm in ku di siyasetê de winda bikin. Niha dora îflasê ya AKP'ê ye. Bi tenê ji bo her partiyeke siyasî îlluzyonek e ku têkçûna hilbijartinê ya AKP'ê wek serketina xwe bibîne.

Divê hemû avaniyên demokratîk-sosyal demokrat û çepgir ên kevneşopa çepgir ku xwe wek dijberên desthilata faşîst nîşan didin, berxwedana Kurdan û rastiya Îmraliyê nas bikin. Bêyî fehmkirina vê berxwedanê nikarin li hember faşîzmê bibin opozîsyon. Rastiya Rêber Apo ku li dijî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê li ber xwe da û têkoşîna gelê Kurd ku li dijî desthilata faşîst a li Tirkiyeyê li her eniyê li ber xwe da, di nava têkoşîneke ji bo rizgarkirina rûmetê de ye. Wekî din, ji bilî Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ê li ber xwe dide, di qada berxwedanê de kîjan tevgerên birêxistinbûyî û kîjan îradeya siyasî heye? Heta peydakirina bersiveke ji bo pirsê jî pir zehmet e.

Yên ku ji bo ‘nan-edaletê’ diqîrin, têkoşîna wan a li dijî zilma faşist ji gotinê wêdetir neçûye. Yên li baskê çepê yê muxalîfan, bi taybetî CHP, têra fehm nekiriye ku bi gotinan tiştek naçe serî. Li ku dera cîhanê hatiye dîtin ku hikumetên faşîst bi gotinan têk çûne? Gelo li tu welatekî hikumeteke faşîst di sindoqê re têk çûye, ezmûneke wiha heye yan na?

Pratîka tecrîdê ji bo Rêber Apo û gelê Kurd tê wateya mirineke bêdeng. Hem li dijî tecrîdê hem jî li dijî êrişên tesfiyeyê yên li ser gerîla û gelê Kurd, gotinek bi tenê yê komên muxalîf nîn e. Bi qasî bûyera Dîlara û Dîlrûbayê jî di manşetên rojname û TV'yan de li ser tecrîda li Îmraliyê gotinek jî nehatiye gotin. Muxalefeta ku dibêje ew têkoşîna edaletê dike û hewldanên muxalefeta siyasî jî bi qasî têkoşîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar bi wate nîn e. Rastiya ku têkoşîna li dijî faşîzmê tenê bi gotinan maye, venaguhere têkoşîneke birêxistinî û tev negere tenê cesaretê dide desthilata faşîst.

Yên ku li dijî tecrîd û hewldanên tesfiyeyê dengê xwe bilind nakin û yên ku di têkoşîna li dijî faşîzmê de Kurdan bi tenê dihêlin jî dengên Kurdan dixwazin. Kurd di nav şerekî man û nemanê de ne, lê muxalefeta bi cureya CHP'ê, dê kengî fehm bike ku bi silavdayîna li demokratên Kurd siyaset nikare were kirin? Heke demokratên Kurd nekarin dengê xwe li hemberî qetilkirina Kurdan, jiholêrakirina gerîla û tecrîda giran a li ser Rêber Apo bilind bikin, ev çi demokratî ye?

Yên ku pirsgirêka Kurd ku koka hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye paşguh dikin û sûcê li dijî mirovahiyê yên mîna tecrîdê ku tu eleqeya xwe bi hiqûq, wijdan û exlaq re nîn e, nabînin; di nava şert û mercên heyî yên Tirkiyeyê de şensê wan ê serketina di siyasetê de nîn e. Bi tenê dê rê li ber jidestdana firsendan vekin. Bi kurtasî; korbûna di pirsa Kurd de di siyasetê de dibe seqetî.

Heke tecrîda li Îmraliyê neyê şikandin û encamên neyînî yên nediyar rû bidin, Kurd dê di dema pêwîst de bi şer an jî bi sindoqan teqez hesab ji van berpirsyaran bipirsin. Di vê mijarê de bangeke pratik a Rêber Apo jî heye. Gotina “Heke pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, deam pêwîstî pê hebe divê Kurd ji şerekî sedsalî re amade bin” li dijî desthilata faşîst a îro bêhtir rastiya xwe heye. Divê hesab li ser vê rastiyê bên kirin.