Şahida berxwedana Kobanê: Çalakiya Arînê di têkoşîna jinan de qonaxeke dîrokî ye

Eyşe Efendî ku şahideke berxwedana Kobanê ye, çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê wek qonaxeke girîng a dîroka têkoşîna jinan bi nav kir û got şehîd Arîn rêya azadiyê û rizgariya ji desthilata baviksalariyê nîşan da.

Şahida berxwedana Kobanê: Çalakiya Arînê di têkoşîna jinan de qonaxeke dîrokî ye
6 cotmeh, 2024   06:10
KOBANÊ

5`ê Cotmehê salvegera şehadeta şehîd Arîn Mîrkan e ku bi çalakiya xwe ya fedaî rêya berxwedana Kobanê ber bi serkeftinê ve bir. Mîna hevalên xwe Rîvana, Peyman, Zozan û bi dehan şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) zemîneke xurt a berxwedana jinan di şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de ava kir.

Di vê boneyê de şahideke berxwedana Kobanê ku dayika şehîd Şervan e ku di berxwedana li hember çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûye, Eyşe Efendî destnîşan kir ku berxwedana Arîn Mîrkan, dîrokî bû û ji berxwedana jinan a azadiyê re li seranserî cîhanê bû sembol û çirûska ku rêya jinan ber bi azadiyê ve ronî dike. Her wiha Eyşeyê diyar kir ku berxwedana Kobanê bi giyanê Arîn û Rîvanayê yê fedaî bi ser ket û bi wê giyanê Kobanê bû mînaka berxwedan û têkoşînê li cîhanê.

Eyşe Efendî wiha domand: "Şehîdbûna Arînê, vîn û israra şervanên YPJ`ê zêde kir û berxwedana wan a ji bo parastina ax, nirx û şoreşa xwe bilind kir û ji cîhanê re îsbat kir ku keç û xortên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi dibe bila bibe, dikarin axa welatê xwe û nirxên xwe biparêzin."

Eyşeyê diyar kir ku çalakiyên Arîn Mîrkan û Rîvanayê û gelek hevalên din ên leheng di têkoşîn û berxwedana jinên azad de ya ji bo domandina rêya azadiyê li ser şopa şehîd Zîlan, Sara, Bêrîtan, Şîlan Rîvana, xaleke dîrokî bû û got: "Berxwedana Arîn û Rîvanayê, beşeke têkoşîna bêhempa ya jinên Kurd a li hemberî zordestan û sitemkaran e."

Eyşeyê ev li gotinên xwe zêde kir: "Çalakiya fedaî ya Arîn, berdewama çalakiya Zîlan û Bêrîtan e ku bûn nasnameya jinên berxwedêr û azad a li hember têgeha desthilata baviksalariyê û xiyaneta mezin a li dijî jinan a di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de."

Eyşeyê diyar kir ku şehîd Arîn ji bo berxwedana jinên azad û ji tevahî cîhanê re bû sembola berxwedanê û serfiraziyeke mezin, her wiha hêza jinan di parastina azadiya xwe de îsbat kir.

Eyşe Efendî wiha pê de çû: "Eşqa Arînê ya ji doza xwe re, îsrara wê ya li ser berxwedanê û têkoşînê, xeyalên wê di rizgarkirina Kobanê de pêk anîn. Ji her kesî re bû mînak û layîqî têkoşîn û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku çalakiya wê di dîroka berxwedana Kobanê û jinan de, xaleke dîrokî bû."

Eyşe Efendî di dawiyê de got: "Em soz didin li ser şopa şehîd Arîn û hevalên wê bin. Ji bo rizgarkirina jinan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin."

(şx)

ANHA