Hizbullah ragihand ku êrişî kargeha hilbirîna leşkerî ya Îsraîlê kiriye

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku endamên wê rêzemoşek avêtine kargeha hilberîna leşkerî ya li bajarê Sexnên ê bakurê Îsraîlê.

Hizbullah ragihand ku êrişî kargeha hilbirîna leşkerî ya Îsraîlê kiriye
5 cotmeh, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku endamên wê bi gelek moşekan kargeha hilberîna leşkerî ya çêkirina pergala parastinê ya li bajarê Sexnên ê bakurê Îsraîlê hedef girtin.

Hizbullah bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên Miqaweme Îslamiyê bi moşekan êrişî kargeha hilberîna leşkerî ya li Sexnên kir.

Her wiha Hizbullaha Lubnanê ragihand ku îro li beşên rojhilat û rojava yê başûrê Lubnanê 23 nuqteyên artêşa Îsraîlê hedef girtin.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê piranî moşekên ji Lubnanê ve hatine avêtin bê bandor kirin û hinên din jî li cihên vekirî ketin.

(fr)