Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 1 - RAUF KARAKOÇAN

Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 1 - RAUF KARAKOÇAN
4 cotmeh, 2024   04:10

Komploya Navneteweyî/navdewletî ya li hember Rêber Abdullah Ocalan bûyereke herî mezin a dîroka sedsala me ye. Di ser komployê re 26 sal derbas bûn ku sîstema kapîtalîst a global li ser wê li hev kir, hevkarî kir û di siberoja Rojhilata Navîn de kir qonaxa destpêkê ya destwerdana leşkerî-siyasî-aborî, lê hê jî pêvajoya wê neqediyaye. Piştî destwerdanên li Iraq, Efganistanê û bi bayê Bihara Ereban re jî li Rojhilata Navîn, tiştek neguherî û bi ser de rewşa heyî jî xirabtir bû. Herêm di nava kaoseke kûr de asê ma. Nediyarî û bêaramî roj bi roj kûrtir dibe.

Komploya Navneteweyî wek destpêka Projeya Mezin a Rojhilata Navîn tê dîtin û bi revandina Rêber Apo ji Kenyayê û dûre radestkirina li dewleta Tirk dest pê kir. Rêber Apo komplo ji gelek aliyan ve aşkera kiriye. Ji bo pêvajoyeke derxistina ji Rojhilata Navîn, girtin an jî tunekirina fîzîkî ya Rêber Apo, pêvajo dabûn destpêkirin. Sînyal bi gefxwarina li Sûriyeyê hat dayîn. Rayedarekî leşkerî yê Tirkiyeyê yê wê demê Atîlla Ateş gef xwarin û gotina “nimêjkirina li Mizgefta Emewî” kir û îşaret bi destwerdaneke leşkerî ya li Sûriyeyê dikir.

Wisa dixuye ku Rêber Apo ev pêvajo ji zû de dîtibû. Li cîhanê duqutbî bi dawî dibû û Sûriyeyê xwe dispêra têkiliyên xwe yên li ser bingeha siyaseta hevsengiyê. Sûriye li pêşberî gefên li dijî wê, bi tenê hat hiştin û bê çare ma. Ne mimkun bû ku xwe li hember gef û talûkeyên ji ber Serok Apo ragire. Derketina ji Sûriyeyê pêwîstiyek bû û di heman demê de pêwîstiyek bû ku zirarê nede têkiliyên dostane. Ji bilî vebijêrka çiyê, vebijêrka çûyîna Ewropayê ya herî maqûl bû û di heman demê de yekane vebijêrka mecbûrî bû. Piştre jî derket qada serdestiya sîstema kapîtalîst û hegemonyaya global. Piştî şopandina bi mehan û tengavkirinê, Serok Apo hate girtin û radestî dewleta Tirk kirin.

Bi awayekî zelaltir derket holê ku pirsgirêka Kurd beriya her tiştî pirsgirêkeke global e. Di serî de sîstema kapîtalîst a global bi rêbazên siyasî yan jî leşkerî çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dike. Li pêşiya têkoşîna PKK'ê astengiya herî mezin NATO ye ku wek şerekî tundiya wê kêm, dihesibînin. Piştre jî konseptên şerê taybet ên wekî 'şerên Gladyoyê' li dijî PKK'ê û rêbertiya wê ketin dewrê. Heta ku Rêber Apo hate girtin. Piştî girtina wî jî mudaxeleyên dijber ên bi heman rengî dewam kirin.

Bê guman armancên komployê gelekî cuda bûn. Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya guhertina hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn ku ew jî ji mêtingeriyê tên. Tu carî nebûne alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd, ji ber ku mêtingerî pirsgirêkek e ku hevsengiya berjewendiyan li ser asta gerdûnî û herêmî asteng dike. Bi krîmînalîzekirin û îlankirina 'terorîst' re dijminatî li PKK'ê kirin. Di înkar û tunekirina rastiya Kurd de israr kirin. Divê derdestkirina Rêber Apo jî di vê çarçoveyê de bê dîtin.

Xwestin kaxiza Kurdan bi awayekî cuda bi kar bînin. Dafik li ber Kurdan danîn û ji bo pêkanîna Projeya Mezin a Rojhilata Navîn hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bikin. PKK'ê însîyatîfên guherîn û veguherînê xistin rojeva xwe, bi taybetî jî guherîna paradîgmayê û hêviyên pergala kapîtalîst ji holê rakirin. Tevî tesfiyeya navxweyî ya mezin jî pêşî li tesfiyekariyê hate girtin û komplo jî bi ser neket. Her çend Rêber Apo dîl hatibe girtin jî, gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi zor û zehmetiyên mezin hewl da vê pêvajoyê bi ser bixin û pêvajo li gorî berjewendiya xwe bi ser xist.

Heke komploya armanca wê tasfiyekirina PKK'ê pêk bihata, dê her kesî kaxizeke xwe ya Kurdan hebûya. Hêzên wekî DYA-YE-NATO dê xwedî kaxizên Kurdan bûna ku bikarin li gorî xwe bi kar bînin. Her kesî dê Kurdên xwe hebûna. Çawa ku dewleta Tirk niha DAIŞ'ê û bermahiyên wê li gorî polîtîkayên xwe bi kar tîne û PDK'ê wek paravan bi kar tîne, dê li gorî xwe PKK'yek ava bikira û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bianiya. Di destpêka şerê Sûriyeyê de dema li Enqereyê nûnerên Kurdan ên ji Rojava pêşwaz dikirin, hesabê wan ev bû. Dema bi ser neketin jî Rojava wek eniyeke dijmin îlan kirin.

Guherîna paradîgmayê ya Tevgera Azadiya Kurd, ji bo pirsgirêkên binyadî, pergalî û zîhniyetê yên kûr ên Rojhilata Navîn perspektîfeke nû bi xwe re anî, çi pirsgirêkên ji ber avaniya civakî ya kevneşopî, çi jî yê ji ber destwerdan û ferzkirinên derve derdikevin holê. Ji bo çareseriyê pêşniyarên nû yên metodolojîk pêşkêş dike. Pirsgirêkên ji ber rêbazê bi xwe jî derbas dike û ji bo pirsgirêkan bi vebijêrkên ‘Civaka Demokratîk’, ‘Sîstema Konfederal’ û tercîha ‘Rêya Sêyemîn’ çareserî derxistin holê.

Li hember Komploya Navneteweyî têkoşîn dewam dikir û heke nêzîkatî wekî ku Rêber Apo pêşbîniya wê kiribû û rêbazên cuda nehata ceribandin, dê niha encam pir cuda bûya. Bi dafika li ber Kurdan danîne, dê komplo bi ser biketa, dê dijminatiyên bêdawî bêhtir zêde bibûna û nakokiya etnîk dê gelekî xwîndar bibûya mîna di pevçûnên mezhebî yên sunnî-şîeyan de. Ev yek dê bibûya senaryoyeke karesatê ji bo Rojhilata Navîn. Bi derketina DAIŞ'ê re çawa zemîna dijminahiya bêdawî ya di navbera gelên herêmê de danîn, wê demê jî dê wisa bikirana.

Dafika xwestin li ber Kurdan deynin, bi saya pêşdîtina kûr a siyasî ya Rêber Apo hat têkbirin. Lê komplo îro bi versiyonên cuda dewam dike.