Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan hemwextî salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî belgefîlmekê têkildarî komployê amade bike.

Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike
Akademiya Rêber Abdullah Ocalan belgefîlmekê amade dike
4 cotmeh 2024   03:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan ku sala 2020`an hate avakirin, hewl dide belgefîlmekê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan amade bike.

Maweya belgefîlmê 30 deqe ye û tê de behsa bandora ramanên Rêber Abdullah Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê kirin.

Belgefîlm dê di gelek civînên ku dema bê de li herêmê bêne lidarxistin, were pêşandan.

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan ji nivîskar, rewşenbîr û lêkolîneran pêk tê. Akademî li ser belavkirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan dixebite. Heta niha bi zimanên erebî û kurdî gelek pirtûk û materyal derxistine.

(şx)

ANHA