Cotkaran dest bi reşandina dermanan li daran kir

Cotkarên li Kobanê ji bo xurtkirina daran û parastina wan ji kurmik û kêzikan dest bi reşandina dermanan kirine.

Cotkaran dest bi reşandina dermanan li daran kir
Cotkaran dest bi reşandina dermanan li daran kir
Cotkaran dest bi reşandina dermanan li daran kir
Cotkaran dest bi reşandina dermanan li daran kir
27 nîsan, 2026   09:24
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li Kobanê ji ber barana zêde kurmik û kêzik diketine nava daran û zeviyên çandiniyê. Cotkaran ji bo xurtkirin û parastina zeviyên xwe dest bi reşandina dermanan kirine.

Cotkar Ehmed Reşo yê ji gundê Kor Elî yê rojavayê bajarê Kobanê ku bi sedan darên wî yên fistiq û zeytûnan hene der barê reşandina dermanan li daran de ji ajansa me re axivî.

Ehmed Reşo anî ziman ku dema reşandina dermanan li daran hatiye û wiha got: " Îsal ji ber berana zêde kêzik û kurmik belav bûne. Niha dem hatiye ku em derman li daran bireşînin. Em dermanên xurtkirinê, hem jî dermanên tesbîtkirinê û yên kêzik û kurmikan direşînin. Em derman bi destan li darên biçûk direşînin û yên mezin jî bi terektoran direşînin."

Ehmed Reşo da zanîn ku barînan barana pir a îsal ji bo daran gelekî baş bû û wiha got: "Ji ber ku her sal baran kêm bû berhem jî kêm bû, lê îsal barîna beranê pir zêde bû, ev yek jî hişt ku berhem îsal baş be."

ANHA