Di êrişên li ser Lubnanê de 14 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 14 kes hatin kuştin û 37 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de 14 kes hatin kuştin
27 nîsan, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê duh gelek herêm bombebaran kirin, di encamê de 14 kes hatin kuştin û 37 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, ji qurbaniyan 1 zarok û 2 jin hene û êrişên li ser herêmên başûrê welat jî dewam dikim.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê hişyarî da niştecihên hin bajarokên nêzî sînor ku herêmê vala bikin.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku Hizbullahê agirbestê binpê dike û diyar kir ku dê li hemberî binpêkirinan tedbîrên leşkerî bigire. Artêşê bang li şêniyan kir ku ji herêmên alozî lê hene dûr bikevin.

(bb)