Li Şamê li ser dîwarên dibistanekê gotinên sorkirinê hatin nivîsandin

Kesên nenas li ser dîwarên dibistaneke seretayî ya bajarokê Cidêdit Ertûs yê gundewarê Şamê gotinên sorkirinê nivîsandin. Şêniyên herêmê jî ji bo şopandina sûcdaran û pêşîgirtina li dubarebûna kiryarên wiha daxwaza girtina wan kirin.

Li Şamê li ser dîwarên dibistanekê gotinên sorkirinê hatin nivîsandin
26 nîsan, 2026   23:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku kesên nenas li ser dîwarên dibistana seretayî ya 3'emîn a li "Kolana Napolî" li herêma Cidêdit Ertûz ya gundewarê Şamê "gotinên sorkirinê û tekfîrî " nivîsandin.

SOHR'ê diyar kir ku dema ku mamoste û xwendekaran gotinên sorkirinê û tekfîrî li ser dîwar dîtin ku êrişî baweriyên olî dikin matmayî man. Vê yekê di nava şêniyan re bertekên hêrs çêkir. Ji ber ku ev peymanên xeternak in ku cihekî perwerdeyê ji bo zarokan binpê dikin.

Şêniyan banga pêwîstiya serdegirtina sûcdaran û pêşîlêgirtina dubarebûna mîna van kiryaran kir.

SOHRˊê destnîşan kir ku li bajarokê Cidêdit Erûtz di demên dawî de rewşek aram a nisbî hebû, lê kiryarên wiha jiyana welatiyan dixin xeteriyê.

(ac)