Coni Ledesma: Da ku PKK ji lîsteyê bê derxistin divê her kes bikeve nava tevgerê

Ji damezirînerên NDFP’ê Coni Ledesma got “Têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, gelan nake terorîst” û bang li her kesî kir ku ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, bikevin nava liv û tevgerê.

Coni Ledesma: Da ku PKK ji lîsteyê bê derxistin divê her kes bikeve nava tevgerê
3 kanûn, 2023   03:40
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Saziya Îstîxbarata Ewlekariya Giştî ya Japonyayê (PJIA) di 28’ê Mijdarê de li ser malpera xwe ya fermî PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî derxist. Di arşîva online ya malpera rêxistinê de ku di 17’ê Çileya 2023’yan de hat tomarkirin, PKK di kategoriya “rêxistinên qedexekirî yên navneteweyî yên sereke” ya sernavê “Xuyanga giştî ya rêxistinên mezin ên qedexekirî û komên çekdar ên cîhanê” de hatibû sinifandin. Lê malper di demên dawîn de hate rojanekirin û PKK'ê nexist nava lîsteya rêxistinên mezin an jî yên qedexekirî yên li cîhanê.

Endama Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan (NDFP) Coni Ledesma li ser derxistina PKK'ê ji “lîsteya terorê” ji ANHA'yê re axivî.

Coni Ledesma destnîşan kir ku PKK’ê têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe aniye rojeva cîhanê û got: “Di têkoşîna jinên Kurd de roleke aktîf girtiye ser xwe. Jinên Kurd bi çalakiyên cuda û tevlêbûna li nava têkoşîna çekdarî, nîşan da ku ew hêzeke têkneçûyî ne.”

‘TÊKOŞÎN GELEKÎ NAKE TERORÎST’

Coni Ledesma derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ji aliyê PJIA'yê ve, wek pêşketineke baş pênase kir û wiha axivî: “Têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe, gelekî nake terorîst. Gel û koman bi hêsanî dixin lîsteya terorê û piştî mirina wan jî li wir dimînin. Mînaka vê yekê jî Nelson Mandela ye ku bûye lehengekî cîhanê. Lê belê heta mirina xwe jî di lîsteya terorê ya DYA de bû.”

‘DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Ledesma destnîşan kir ku ji bo ku PKK ji hemû lîsteyên terorê bê derxistin divê her kes bêhtir kar bike û got: “Di derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê de pêşketineke mezin çêbû. Mirov çi qasî li dijî lîsteya terorê ya PKK'ê bikevin nava tevgerê, ew qas baştir e. Akademîsyen, nivîskar, xwendekar, jin, sendîkavan û kesên din divê li dijî xistina PKK'ê ya nava lîsteya terorê, dengê xwe bilind bikin.”

CONI LEDESMA KÎ YE?

Coni Ledesma rahîbeyeke katolîk a berê ye. Di hevdîtinên aştiyê de nûnera yekemîn a navneteweyî ya rêxistina jinên şoreşger Makîbaka û endama Panela Muzakereyê ya Eniya Demokratîk a Neteweyî ya Fîlîpînan (NDFP) e.