′Îsrar zêde dibe, têkoşîna azadiyê wê bidome′

Malbatên şehîdan ên ji Minbicê bi daxuyaniyekê got, dê têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

′Îsrar zêde dibe, têkoşîna azadiyê wê bidome′
2 kanûn, 2023   19:57
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û Gundewarê wê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û azadiya wî ya fîzîkî kir.

Daxuyanî li Goristana Şehîdên Minbicê, bi amadebûna endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, Nivîsgeha Rêxistinkirina Koçberên ji Şehba û Efrînê, meclisên xwecih û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Sewsen Xelîl daxuyanî xwend û got: "Em malbatên şehîdan ku ku derê bin dê meş û civînan li dar bixin, em ê nameyan bişînin da ku dengê xwe bighînin saziyên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, xwediyên wijdan û CPT′yê ji bo erkên xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêbertiya me bi cih bînin."

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Kiryarên dewleta Tirk a dagirker îsrar û îradeya me ya ji bo rakirina tecrîdê û serxistina projeya me ya demokratîk zêdetir dike."

(bb)

ANHA