Civîna Komîteya Peywendiyan a Erebî dîsa hate taloqkirin

Hate ragihandin ku Komîteya Peywendiyan a Erebî ya têkildarî Sûriyeyê civîna xwe careke din taloq kiriye.

Civîna Komîteya Peywendiyan a Erebî dîsa hate taloqkirin
7 gulan, 2024   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê ragihand ku civîna Komîteya Peywendiyan a Erebî ya têkildarî Sûriyeyê hate taloqkirin ku dihat payîn sibe li Bexdayê bihata lidarxistin.

Rojnameyê diyar kir ku ruxmî vexwendname ji aliyên komîteyê re hatine şandin jî, lê dîsa li ser daxwaza aliyeke komîteyê bi hinceta ku pêwîstiya vê mijarê bi şêwiran heye, hate derengxistin.

Erkdarê balyozxaneya Iraqê ya li Sûriyeyê Yasîn Şerîf El Hecîmî ji rojnameyê re sedema derengxistinê aşkera kir ku dewletên erebî bi amadekariyên lûtkeya erebî mijûl in.

Her wiha El Hecîmî da zanîn ku dewletên Komîteya Peywendiyan a Erebî dê mijarên civîna komîteyê di civîna wezîrên Ereb de nîqaş bikin ku dê beriya lûtkeyê li dar bikeve.

El Hecîmî destnîşan kir ku komîte dê gavên ‘Însiyatîfa Gav bi Gav’ encamên peywendî û serdanên di vê dawiyê de nîqaş bike.

Ev komîte ji wezîrên karên derve yên Sûriye, Urdun, Iraq, Erebistana Siûdî, Lubnan, Misirê û sekreterê giştî yê Komkara Erebî pêk tê û 7`ê Gulana 2023`yan hate avakirin.

(şx)