Li Hewlêrê kesek hate qatilkirin

Li nêzî Zanîngeha Cîhan ya li ser rêya 100 metrî ya Hewlêrê, di encama êrişek çekdarî de kesek hate qatilkirin.

Li Hewlêrê kesek hate qatilkirin
7 gulan, 2024   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên rojnews’ê  beriya niha bi demek kurt li nêzî Zanîngeha Cîhan ya li ser rêya 100 metrî ya Hewlêrê, êrişek çekdarî pêkhatiye.

Tê gotin kesên di wesayîtekê de gule li ser kesekê barandine û di encamê de ew kes li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê nasnameya kesê di encama êrişê de miriye jî agahî nehate bidestxistin.

Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek ji aliyê saziyên peywendîdar re ve nehatiye belavkirin.