Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan agir bi zeviyan ket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan top avêtin gundên Minbicê. Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ketiye.

Ji ber topbarana artêşa Tirk û çeteyan agir bi zeviyan ket
7 gulan, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yê Şêx Nasir, El Kirêdiye û El Beraziye gundewarên bajarê Minbic topbaran kirin.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, 50 guleyên topan li gundê El Kawkilî, 5 gule li gundê Qert Wêran û 20 gule jî li gundê Kor Hiyok ketine.

Di topbarana li ser gundê Kor Hiyok de agir bi zeviyên çandiniyê ketiye û şewat hîna nehatiye temirandin.

(bb)

ANHA