Cîgirê Serokwezîrê Brîtanyayê bi şandeya Rojava re civiya

Cîgirê Serokwezîrê Brîtanyayê David Lammy, di bernameyeke li Londonê de bi şandeya Rojava re civiya û der barê geşedanên dawî yên li Rojava û êrişên artêşa Sûriyeyê ya li ser Kurdan de agahî girt.

Cîgirê Serokwezîrê Brîtanyayê bi şandeya Rojava re civiya
22 ÇILE, 2026   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokwezîrê Brîtanyayê David Lammy, di bernameyeke ku ji aliyê rêkxistina Londonê ya Partiya Karkeran a di hikûmeta Îngilîstanê de hate lidarxistin, bi şandeya Rojava re civiya.

Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay jî di hevdîtinê de cih girt. Şandeya Rojava der barê geşedanên dawî yên li Rojava û êrişên artêşa Sûriyeyê ya li ser Kurdan de agahî da Lammy. Lammy, piştî ku guh da şandeyê, tu daxuyanî neda, lê not girt.

Seroka Giştî ya Partiya Karkeran Anna Turley, parlementer Florene Eshalomî û Marsha De Cordova jî di nav de gelek siyasetmedar tev li hevdîtinê bûn.