Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên kantona Minbicê de jinek şehîd bû, her wiha 5 kes jî birîndar bûn.

Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
Di êrişa dewleta Tirk de jinek şehîd bû
23 gulan, 2024   11:58
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker berbanga îro gundên Ewseclî yê Biçûk, Um Setih, Um Meyal û Betûşiyê yên kantona Minbicê bi obîs û moşekan topbaran kirin.

Di êrişa li ser gundê Um Setih de jina bi navê Fitêm Denden a 55 salî şehîd bû û hevjînê wê Fayîz Ebdullah (57) birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Ewseclî yê Biçûk kampeke koçberên ji bajarê Meskenayê topbaran kir. Di êrişê de Ziêla Îbrahîm (40), keça wê Îlham Hîlal (17) kurê wê Fadî Hîlal (17) û Ebdullah Hîlal (10) bi giranî birîndar bûn.

Birîndar birin Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê. Li gorî agahiyênn lingê Ebdullah Hîlal jê bûye.

(bb)

ANHA