2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li Reqayê têne belavkirin
2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de li kantona Reqayê têne belavkirin.
Nivîsgeha Perwerdeyê ya kantona Reqayê bi koordîneya Akademiya Şehîd Ebdulezîz El Mûsa bi dirûşma "Em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin" dest bi belavkirina 2 hezar û 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, li saziyên civaka sivîl ên kantonê kir.
Tê payîn ku xebatên belavkirinê 3 rojan bidomin.
(şx)
ANHA