Çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana jinên revandî pere dixwazin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo berdana Norman Celal Serhan û Fatma Salih gelek pere xwest.

 Çeteyên dewleta Tirk ji bo berdana jinên revandî pere dixwazin
17 îlon, 2025   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Her du jinên ciwan; Norman Celal Serhan û Fatma Salih di 13`ê Îlonê de dema diçûn Helebê hatin revandin. Piştî ku her du jin ketin deverên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, têkiliya bi wan re qut bû.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her du jinên ciwan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin û birine baregehên çeteyên bi navê Sultan Silêman Şah/El Emşat ên li bajarê Şiyê yê Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan bi rêya hesabê Instagramê yê Normanê gelek caran bi malbatên her du jinan re têkilî daniye û ji bo berdana wan pere xwestiye.

Jina bi navê Norman, welatiya Almanyayê ye, ji bo serdana malbata xwe ya li Dêrikê vegeriyaye Sûriyeyê. Ew bi siwareyekê bi hevala xwe Fatma Salih re ketiye ser rêya Helebê. Li gorî agahiyan nêzî 20 hezar dolar bi Normanê re hebûn.

(k)