Çeteyekî DAIŞ`ê hate girtin

Çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê gelek êrişên li herêmê, li Qamişloyê ji aliyê QSD’ê ve hat girtin.

Çeteyekî DAIŞ`ê hate girtin
13 tîrmeh 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nîvîskî diyar kir ku li Qamişloyê çeteyekî DAIŞ’ê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên domdar ên li dijî bermahiyên DAIŞ`ê de, Hêzên Operasyonên Leşkerî duh operasyonek li Qamişloyê li dar xist. Di wê operasyonê de çeteyekî şaneyeke DAIŞ`ê girt ku destê wî di êrişên terorîst û teqînên li herêmê de heye."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî agahiyên berfireh li ser çeteyê bi navê Mihemed Osman Elî kom kirine, bi ser cihê lê dima de girt û ew destgîr kir.

Li gorî daxuyaniyê Mihemed Osman Elî ji gundê Cirniye yê Reqayê ye. Endamekî şaneyeke DAIŞ`ê ya teqînan e.

(şx)