SOHR: HTŞ ber bi Humisê ve diçe

SOHR’ê ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam piştî bajarê Hemayê kontrol kir, ber bi Humisê ve bi pêş de diçe.

SOHR: HTŞ ber bi Humisê ve diçe
6 kanûn, 2024   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) piştî dest danî ser Hemayê, ber bi bakurê bajarê Humisê ve bi pêş de diçin.

Li gorî tora El Hurra ku agahiyên xwe ji çavkaniyan wergirtine, çeteyên HTŞˈê ji saetên sibehê ve ketin gundewarên Telbîsa, Risten, Wetîr Mileta û Dar El Kebir ê 5 km dûrî navenda bajarê Humisê.

Rêveberê SOHRˈê Ramî Ebdurehman ji AFPˈê re got: "Heyet Tehrîr El Şam û komên hevalbendên wê piştî bajarên Risten û Telbîsayê kontrol kirin, êdî 5 kîlometreyan nêzî bajarê Humisê bûne."

(bb)