Guterres ji ber kuştina sivîlên filistînî daxwaza lêpirsînê kir

Di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser nêzî navenda amerîkî ya belavkirina alîkariyan a li rojavayê bajarê Refehê de 23 kes hatibûn kuştin. Sekreterê giştî yê NY’yê têkildarî bûyerê daxwaza lêpirsînê kir.

Guterres ji ber kuştina sivîlên filistînî daxwaza lêpirsînê kir
3 hezîran, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), di êrişa duh a hêzên Îsraîlê ya li ser deverên nêzî navenda amerîkî ya belavkirina alîkariyan a li rojavayê bajarê Refehê ya lı başûrê Xezayê de, bi kêmanî 23 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Berdevkê sekreterê giştî yê NY’yê Stephane Dujarric got Antonio Guterres ji ber kuştina sivîlên filistînî dema ku alîkariya mirovî distand, pir xemgin e û daxwaza "lêpirsîneke berfireh" li ser bûyerê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojhilatê devera Beyt Hanûn di encama teqînekê de 3 leşkerên wê hatine kuştin. Li gorî daneyan ji destpêka şerê li Xezayê ve 401 leşkerên artêşa Îsraîlê hatine kuştin.

(bb)