Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê tovê 2 hezar darên berû li daristana bajarê Kobanê çandin.

Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
Cara yekê li herêma Firatê darên berû tên çandin
13 mijdar, 2023   14:57
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê îro dest bi çandina tovê 2 hezar darên berû li daristana Şehîd Baz a li Kobanê kir. Bi dehan şêniyên bajêr û endam û rêveberên saziyan beşdarî çandina daran bûn.

Li gorî hevserokê desteyê Arif Balî, ev gav ji bo belavkirina çanda çandiniya daran li nava civakê hatiye destpêkirin. Balî got, cara yekê ye ku li herêmên rojhilatê Firatê û Cizîrê darên berû tên çandin.

Balî wiha dewam kir: “Di 4`ê Nîsanê de me li ser rûbera 100 donim dest bi avakirina vê daristanê kir, ev daristan ji bo çandina 5 hezar dar hatiye veqetandin.”

Balî bal kişand dara berû ji bo Kurdan girîng e ji ber ku bi gelemperî li serê çiyayên Kurdistanê şîn tê. Balî eşkere kir ku ew ê piştî çend rojan darên mêwe jî li daristanê biçînin.

Balî da zanîn ku ew ê beriya salê li navçeya Çelebiyê jî daristanekê ava bike û ji 800 heta hezar darên xurme lê biçînin.

(c)

ANHA