Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin

Bi armanca ku mazot di demeke zû de bigihîje cotkaran û pêvajoya wergirtina mazotê hêsantir bibe, îsal mazot bi rêbazeke nû li cotkaran tê belavkirin.

Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
Bi rêbazeke nû mazot li cotkaran tê belavkirin
9 mijdar, 2025   05:25
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO

Komîteya Sotemeniyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2025ˊan de dest bi karê xwe yê belavkirina mazotê bi rêbaza nû, kir. Ev rêbaz bi armanca hêsankirina bergiriyên rûtînî yê berê û lezdana xebata gihandina sotemeniyê li cotkaran di demeke guncaw de bi hevrûkirina salên borî, pêk tê.

ˋMEKANÎZMA BELAVKIRINA MAZOTÊ LI GORÎ PLANSAZIYA ÇANDINIYÊ YEˊ

Hevserokê komîteyê Malik Elî got mekanîzeya belavkirinê di radeya yekemîn de xwe dispêre plansaziya çandiniyê û bergiriyên ku gerînendeyên çandinî û şêwirên çandiniyê bi cih tînin de ye.

Elî diyar kir ku piştî cotkar belgeyên girêdayî erdê xwe temam bike, erda wî dikeve sîstema çandiniyê ku li gorî wê rûbera çandiniyê û cûreyê berhemê (genim an ceh) werin çandin tên diyarkirin û got: "Li gorî wê mîqdara mazot an jî sotemeniyê ji bo her cotkarekî tê diyarkirin."

Elî wiha domand: "Piştî cotkaran sîstema çandiniyê temam bike, berê xwe dide komîteyên sotemeniyê ku kartên sotemeniyên yên taybet wergirtin û dûre diçin stasyonên diyarkirî ji bo wergirtina sotemeniyê."

ˋHETA NIHA ZÊDETIRÎ 10 MÎLYON LÎTRE MAZOT HATINE BELAVKIRINˊ

Malik Elî destnîşan kir ku heta niha hejmara stasyonên diyarkirî yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye 74 û di dema pêwist de ew ê zêdetir bibe û got: "Heta niha zêdetirî 10 mîlyon û 500 hezar lîtRE mazot li cotkaran hatine belavkirin."

Elî diyar kir ku komîte dê îsal li gorî plansaziyê tevahî mîqdara mazotê ji bo hemû danên avdanê peyda bike. Komîte her lîtreyek mazotê bi hezar û 300 lîreyên Sûriyeyî ji stasyonan re peyda dike û stasyon jî jî her lîtirekê bi hezar û 350 difiroşin cotkaran."

ˋBEŞA YEKÊ BERÎ COTKIRINÊ HAT BELAVKIRINˊ

Girêdayî mijarê Elî anî ziman ku komîteyê xwest beşa yekê ji sotemeniyê di 10'ê Cotmehê de anku berî cotkirina erdan belav bike, da ku wekî salên borî derengî çênebe.

Elî destnîşan kir ku hemû stasyonên diyarkirî bi sotemeniyê hatine dagirtin û her tim ji bo peydakirina pêdiviyên cotkaran amade ne.

ˊBANG LI COTKARAN HAT KIRIN; JI BO WERGIRTINA PARÊN XWE BILEZÎNINˊ

Elî bang li cotkaran kir ku bilezînin ku parên xwe ji mazotê wergirin û diyar kir ku ew yek dihêle pêvajoya belavkirina bi awayekî giştî lez bibe û were misogerkirin ku mazot di demeke diyarkirî de gihîştiye hemûyan.

ˊMÎQDAR LI GORÎ REWŞA HEWAYÊ YEˊ

Di dawiya axaftina xwe de Elî da zanîn ku mîqdara sotemeniyê ya ku dê ji bo her avdanekê ji bo cotkaran were dayîn, dê li gorî rewşa hewayê were diyarkirin û got: "Eger rewşa hewayê baş be, mîqdara dê kêm be, lê eger ne baş be wekî salên borî dê mîqdara guncaw were diyarkirin."

(mh/fr)

ANHA