Çalakiyên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan fireh dibin

Çarçoveya çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê fireh dibin, her wiha îro rêzesemîner û civînên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatin lidarxistin.

15 mijdar, 2023   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan rêzesemîner û civînên têkildarî danasîna tundiya li ser jinan, şêweyên wê û çawaniya têkoşîna li dijî wan li Qamişlo, Şedad, Şehba û Helebê hatin lidarxistin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê li hola avahiya odeyên sîna ya Qamişloyê semînerek li dar xist û li hola wêneyên şehîdên şoreşa jinan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê Tîbe Îsmaîl semîner bi rê ve bir.

Tîbe di semînerê de bal kişand ser rola jiyanê di civaka xwezayî û rola jinan di afirandina atmosfêreke li ser jiyana hevbeş û wekheviyê di nava tevahî ferdên civakê de û destnîşan kir ku ev rewş piştî zihniyeta baviksalarî li ser civakan û jinan kontrol bû hate guhartin û mafên hatin standin û qanûnên hişk li dijî jinan û pêkanîna tundiyê li dijî wan hatin ferzkirin.

Tîbe anî ziman ku jin bi xwe hin caran dibe sedema pêkanîna tundiyê li dijî xwe, ew jî bi rêya bêdengiya li hember tundiya li dijî wê pêk tê. Bi wê re dihêle aliyê din hîna kiryarên xwe zêdetir bike û bi çavekî kêm li wê binêre.

Tîbe şêweyên tundiya li dijî jinan mîna tundiya fîzîkî, hestiyarî, aborî, manewî, çandî û tenduristî bi bîr xistin.

Tîbe diyar kir ku ji bo rizgariya ji zihniyeta heyî ku tevahî cureyên tundiyê li dijî jinan pêk tên, divê bawerî bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hebe ku bi fikr û perspektîfên rê li pêş şoreşa civakî û şoreşa jinan vekir û bingehên derbaskirina zihniyeta baviksalarî aşkera kirin û got rizgarkirin ji xwerizgarkirina bandorên fikrên paşketî dest pê dike.

Li aliyekî din jî endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Hisên li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî axivî û wiha got: "Li herêmên dagirkirî tevahî cureyên sûcan li dijî jinan û mirovahiyê li pêş çavên cîhanê pêk tên."

Cîhan wiha domand: "Pêdiviya me di civakên me de bi şoreşa fikrî-zihnî û wijdanî heye ku tundiya li dijî me pêk tê bi dawî be, maf û rola xwe ya pêşeng di civakê de vegerînin."

Semîner bi teqeziya li ser tevlêbûna li dewreyên perwerdê yên fikrî ku zihniyeta baviksalarî were guhartin bi dawî bû.

Di çarçoveya hewldanên geşkirina rola jinan û pêkanîna wekheviya zayendî di civakê de Nivîsgeha Jinan a PYD′ê bi koordînaya bi Kongra Star a Şedadê semînerek bi sernavê ′Li dijî tevahî tundî û dagirkirinê Jin, Jiyan, Azadî′ li dar xist û di semînerê de endamên saziyên sivîl û xelkê Şedadê ya Hesekê beşdar bûn.

Semîner li ser 2 mijarên bingehîn hate lidarxistin. Ya yekemîn li ser têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî û pêkanîna wekheviya di navbera her du zayendan, rola jinan di civakê de û pêwîstiya guhartina nêrîna klasîk û zihniyetên azadî û pêşketina jinan kontrol dikin de bû û ya duyemîn li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêwîstiya parastina maf û aştiya wê bû.

Ji wê zêdetir di semînerê de gelek rewşên jin rastî tundî û bindestiyê hatine hatin pêşkêşkirin.

Endama rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD′ê Ahîn Elî di vê çarçoveyê de got ev hewldan di çarçoveya hewldanên nîştimanî û cîhanî yên geşkirina rola jinan, pêkanîna wekheviya her du zayendan de pêk tên.

Dûre endamê PYD′ê ya Şedadê Mihêdî El Dixêm li ser navê partiyê axivî û bal kişand ser wekheviya navbera her du zayendan de di tevahî aliyên jiyanê de.

Beşdaran di semînerê de got ew amade ne piştgiriyê bidin kedên ji bo xurtkirina jinan û têkoşîna li dijî tundiya cinsî di civakê de.

Girêdayî mijarê Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê li nivîsgeha xwe ya Kobanê bi beşdariya endamên saziyên sivîl semîner li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan da.

Hevseroka TEV-DEM′ê ya Herêma Firatê Hedle Hisên semîner bi rê ve bir û wiha got: "Gelek sedemên tundiyê hene. Yek ji van sedeman jin bê deng e û kiryarên li dijî wê pêk tên qebûl dike û bi çavekî kêm li xwe dinêre."

Hedle Hisên îşaret bi sûcên tundiyê û bandorên wê yên derûnî û civakî li ser jinan kir, her wiha bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a der barê rizgarkirina jinan û pêşketina wan.

Dûre beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin û bi şanoyekê ji hêla koma Şehîd Yekta ve semîner bi dawî bû.

Akademiya Star û Kongra Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ser sedema hilbijartina 25′ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê du civînên cuda li dar xistin.

Civîna Akademiya Star li navenda Komîngeha Şehîd Gulê Semlo ya li beşa rojavayê Şêxmeqsûd bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Endama rêvegera Akademiya Star Muna Kubik destpêka civînê axivî û li ser sedemên ragihandina vê rojê wiha got: "Li ser bûyera qetilkirina her sê xwişkên Mîrbal ji hêla hukumdarê Domînîkî Rafael Trujillo ve ev roj hate ragihandin."

Muna Kubik Erdogan bi Trujillo′yê duyemîn bi nav kir û wiha domand: "Îro Erdogan hovantirîn tundiya li dijî jinan pêk tîne û bi awayekî taybet li dijî jinên birêxistinkirî, zana û yên li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin. Erdogan ji Trujillo ne cudatir e."

Der barê civîna Kongra Star de jî, ew civîn li hola civînan a li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya mêran hate lidarxistin.

Endama rêvebera Akademiya Star Arjîn Amed çîroka her sê xwişkên Mîrbal axivî û bal kişand ser pêkanîna heman desthilatî û tundiyê ji hêla Erdogan ve.

Arjîn wiha got: "Em li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşîn ku dagirkerî û tundiyê bi dawî bikin. Ji ber ku em wê yekê nekin dê çîroka her sê xwişkên Mîrbal li dijî jinên din jî dubare bin."

Her du civîn bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bûn.

(fr)

ANHA