Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Xelkê Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişa li dijî navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê li Minbicê şermezar kirin û got ev êriş berxwedana wan naşikînin, ji wê zêdetir israra wan a pêkanîna serkeftinê zêde dike.

Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Xelkê Minbicê bi meşekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
15 mijdar, 2023   18:27
MINBIC

Tevggera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina navenda wan meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de xelk, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, mecisên xetên bajêr, partiyên siyasî, Yekitiya Werzîşê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, rêxistinên civaka sivîl û HPC′ê beşdar bûn.

Meş ji Çerxerêya Mîzan ber bi avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajêr ve dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Li ber navendê meş vegerî mîtîngê û li wir hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Minbicê Ehmed El Cimêlî axivî û wiha got: "Em ji tevahî cîhanê re û ji her kesên hewl bidin ewlehiya herêma me têk bibin re dibêjin kesên li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin dikarin navendan û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve bi têkoşîn û berxwedanê ava bikin."

El Cimêlî wiha domand. "Hûn bi vê yekê nikarin berxwedana me bişikînin. Tevahî Minbivê navendên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ye û deriyên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş tevgera me vekirî ne."

El Cimêlî wiha dawî li gotina xwe anî: "Tevgera Ciwanên Şoreşger û xelkê Minbicê heta têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û rizgarkirina herêmên xwe di têkoşîna xwe de berdewam in. Ji ber ku vîna ciwanên azadîxwaz nayê şikandin û tu kes nikare li pêş wan bisekine."

Meş bi diruşmên ′Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê′ û′Bê Serok Jiyan Nabe′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA