Çalakiya greva birçîbûnê 7 roj in didome

Çalakiya girtiyên siyasî ya greva birçîbûnê ya dorveger ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” ku  destpêkirin di roja 7’an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê 7 roj in didome
3 kanûn, 2023   10:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî di roja 7’an de berdewam dike. 

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’î di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiyê kirin û dê di 15’ê Sibatê de bi dawî bikin.

27’ê Mijdara 1978’an, roja “Kongreya Avakirinê” ya PKK’ê ye ku li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê hatibû lidarxistin. 15’ê Sibatê jî roja girtina Rêber Abdullah Ocalan û radestkirina li Tirkiyeyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin û 32 meh in jî bi tu awayî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike.

Rêber Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di şert û mercên tecrîda girankirî de ye û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin.