Dîsa êrişê balafirgeha Emerîka ya Hewlêrê hat kirin

Saetên dereng ên şeva borî hêzên Emerîkayê yên li balafirgeha Hewlêrê bi balafirek bê mirov bombebarankirin.

Dîsa êrişê balafirgeha Emerîka ya Hewlêrê hat kirin
3 kanûn, 2023   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Meqawmey Îslamî ya li Iraqê di derbarê êrişek nû ya li ser baregeha hêzên Emerîkayê ya li balafirgeha Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di saetên dereng ên şeva borî de bi rêya balafirek bê mirov êrişî ser baregehek leşkerî ya hêzên Emerîka yên li nava balafirxaneya Hewlêrê kirine.

hefteya borî piştî ku di navbera Îsraîl û Hemasê de agirbestek heft rojî hat ragihandin, komên çekdar li Iraq û Suriyeyê êrişên xwe yên li ser hêzên Emerîkayê sekinandibûn. Lê piştî ku roja Înê agirbest bi dawî hat û şerê navbera Îsraîl û Hemasê dubare destpêkir, komên çekdar ku nêzî Îranê ne, dest bi êrişên xwe yên li ser baregehên Emerîka û hêzên hevpeyman ên li Iraq û Suriyeyê kir.