Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû

Malbata şehîd Botan Serêkaniyê destnîşan kir ku şehîd Botan çeka xizmekî xwe rakir û heta dawiyê tê koşiya. Malbatê soza şopandina xeta şehîd da.

Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
Botan çeka xizmekî xwe rakir û di rêya azadiyê de şehîd bû
3 hezîran, 2024   14:21
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê şehîdê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Botan Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê oxir kir. 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Mihemed Eliyan axivî û sersaxî da malbata şehîd Botan Serêkaniyê.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Emîn fedakariyên gelê herêmê di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de dide û têkoşîna wan li hember êrişan silav kir.

Apê şehîd Botan Serêkaniyê, Fewaz Ehmed got: "Botan, çeka xizmên xwe rakir û heta dawiyê tê koşiya. Em dê vê rêyê ber bi azadiyê ve temam bikin."

Ehmed wiha domand: "Em ê  hesab ji dijmin û xayînan bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Em ê heta bidestxistina serketinê şopdarên xeta rêbertî û şehîdên xwe bin."

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd Botan Serêkaniyê bi dirûşmên "Şehîd Namirin" spart axê.

Şehîd Botan Serêkaniyê 31`ê Gulanê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

(şx)

ANHA