Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê zêde kir

Hikumeta Şamê buhayê benzîn û mazot zêde kir. Li hemberî biryarê nerazîbûn hatin nîşandan.

Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê zêde kir
8 ÇILE, 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexiran a Hikumeta Şamê şevê din daxuyaniyek da û diyar kir ku buhayên benzîn û mazotê hatine zêdekirin. 

Li gorî lîsteya di daxuyaniyê de hatiye dayîn, buhayê lîtreyeke benzîna "Oktan 90" ji 9 hezarî derket 9 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyê, lîtreya benzîna "Oktan 95" jî derket 12 hezar û 430 lîreyî. Lîtreyek mazota safî derket 10 hezar û 895 lîreyî.

Welatiyan bi parvekirinên xwe yên di medyaya dîjîtal de bertek nîşanî biryarê dan. Welatiyan destnîşan kirin ku hikumeta Şamê diziya gel dike, her tiştî buha dike lê pêdiviyên bingehîn jî li sûkê nîn in. Welatiyan di parvekirinên xwe de gotin, bazirganên sotemeniyê dê buhayan hîn zêdetir bikin û xwestin fonên karker û karmendan jî li gorî buhabûnê werin zêdekirin.

Hikumeta Şamê di 3’yê Çileya îsal (2024) de buhayê lîtreyek mazota seyareyan derxistibû 11 hezar û 880 lîreyê Sûriyeyê.