Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin

Li bajarê Hesekê av, kehrebe û sotemenî kêm in, xelkê bajêr di nava rewşeke zehmet a debarê û xizmetguzariyê de ye. Xelk daxwaza başkirina xizmetguzariyê û danîna sînorekê ji buhayên kel û pelan re dike.

Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
Bihabûn û kêmbûna asta xizmetguzariyê barê şêniyên Hesekê giran dikin
13 tîrmeh, 2026   04:15
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Ji ber bihabûna kel û pelan, nan, çûn û hatinê, avê û kêmbûna asta xizmetguzariyê di milê kehrebe û paqijiyê de, li bajarê Hesekê rewşa debarê û xizmetguzariyê jiyana şêniyan zehmet dike. 

Der barê mijarê de şêniyan daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî lezgîn bergiriyên guncaw bigirin. 

Ferhan Ehmed da zanîn ku av kêm tê peydakirin û kehrebe kêm e, bihabûna heyî bandorê li hemû sektoran dike, hiştiye ku nan, çûn û hatin û av biha bibin.

Ferhan Ehmed diyar kir ku bi awayekî berbiçav ava sehrîcan jî biha bûye, berê bi 35 hezar lîreyên Sûriyeyê bû, niha bûye 40 an 50 yan jî 75 hezar lîre. Bi rêya jeneratoran jî bi şêwazeke têrker kehrebe nayê dayîn. Ehmed daxwaza başkirina rewşa paqijiyê û çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê kir.

Welîd Mihemed destnîşan kir bihabûna sotemeniyê hiştiye ku buhayê çûn û hatinê û avê jî bilind bibe.

Welîd Mihemed da zanîn ku bihayê sehrîcên avê jî gelekî bilind bûne, saetên kehrebeya jenenratoran kêm bûye û çop li kolanan kom bûye.

Mihemed diyar kir ku şênî daxwaza başkirina asta xizmetguzariyê dikin û li kêleka wê jî divê kalîteya nan jî bê başkirin. Ji ber nebaşbûna nan xelk neçar dimîne ku nanê siyahî bikire.

Xelîl Xelîl da zanîn ku rewşa jiyanî bi bihabûna heyî re xerabtir dibe, di demekê de ku kehrebe tenê çend saetan tê û betalî pir bûye, bihayê av û kehrebeyê zehmetiyan li pêşiya welatiyan datîne. Xelîl destnîşan kir ku tevî ku nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê kêm dibe jî, bihabûna kel û pelan didome, ev dihêle ku zextên aborî li ser şêniyan zêde bibin.

Xelîl Xelîl ji bo başkirina rewşa jiyanî û sivikkirina barê şêniyan banga danîna çareseriyan kir.

(sb)

ANHA