Mazlûm Ebdî sersaxî da malbata Senator Lindsey Graham

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî der barê wefata Senator Lindsey Graham peyameke sersaxiyê ji bo malbat, hevlal û hezkiriyên wî da û got "Xizmeta wî ya berfireh, piştgiriya wî ya bêwestan ji bo Kurdan û parêzvaniya wî ya bêdawî ji bo Sûriyeyeke aştiyane û dadperwer dê di dîrokê de werin nivîsandin."

Mazlûm Ebdî sersaxî da malbata Senator Lindsey Graham
12 tîrmeh, 2026   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî der barê koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham peyamek sersaxiyê li ser Xˊa xwe da.

Mazlûm Ebdî di peyama xwe de wiha nivîsand: "Bi bihîstina agahiya koça dawî ya Senator Lindsey Graham, ez pir xemgîn im. Xizmeta wî ya berfireh, serokatiya wî ya bi prensîb, piştgiriya wî ya bêwestan ji bo Kurdan û parêzvaniya wî ya bêdawî ji bo Sûriyeyek aştiyane û dadperwer dê di dîrokê de werin nivîsandin. Di vê dema xemgîniyê de, ez sersaxiyên xwe yên ji dil ji malbat, heval û hezkiriyên wî re dixwazim. Bila ew di aştiya herheyî de razê."

(fr)