`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`

Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtinên xwe li gel kesayetên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine dewam dike. Kesayetên Rêber Abdullah Ocalan dîtine, diyar kir ku bi xweperwerdekirin û zanakirinê ew ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin.

`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
`Bi xweperwerdekirinê em ê sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin`
30 îlon, 2024   17:09
AMÛDÊ

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiyê hevdîtinên xwe bi gelek kesayetên li gel Rêber Abdullah Ocalan rûniştine re li Qamişlo û Hesekê bi dawî kirin. Îro jî li bajarê Amûdê însiyatîf bi kesayetên Rêber Abdullah Ocalan dîtin re, li mala Mihemed Seîd Çolî ya bajarê Amûdê li hev civiyan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Fuat Çolî di civînê de axivî.

Fuat Çolî diyar kir ku heya niha di çarçoveya pêngavê de, ji aliyê raya giştî ve zextek li ser dewleta Tirk hatiye kirin û wiha anî ziman: "Em dixwazin nêrîna kesên bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine der barê bidawîkirina pergala tecrîdê û qirkirinê de guhdar bikin. Em çawa sîstema îşkence û qirkirinê bişikînin û Rêber Apo bi fîzîkî azadî bikin û di nava xwe de bibînin."

Di civînê de kesên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine nêrînên xwe anîn ser ziman û destnîşan kirin ku hêza  Rêber Abdullah Ocalan daye gel, ji wê demê ve gel bi isrereke mezin têkoşîn dikin û wiha gotin: " Çiqas me ked dabe, lê me ji bo azadiya Rêber Apo tiştek nekiriye. Çi ji me were xwestin, em ê bê teredud bikin. Dagirkerî nikare têkoşîna partiya me tune bikin."

'BI XWEPERWERDEKIRINÊ EM SÎSTEMA ÎŞKENCÊ Û QIRKIRINÊ BIŞKÎNIN'

Beşdaran axaftina xwe wiha berdewam kirin: "Em di destpêkê de hatibû fetisandin, lê bi derketina felsefeya Rêber Apo û gerîlayan re, em ji vê fetisandinê xelas bûn û hiştin ku em moral ji wan bigirin. Bi rastî jî girêdana me zêdetir bi Rêbertî re çêbû, kêliya herî xweş jî ya ku em ji Rêber Apo fêr bûne, qîmetdayîna ji bo jinê bû. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê em xwe perwerd bikin. Bi perwerdê em dikarin sîstema îşkencê û qirkirinê ya li Îmrailiyê bişikînin."

Di civînê de teqezî bi belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

(zş-sş)

ANHA