Li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînên girseyî

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo parastina şoreşê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi domandina têkoşîn û berxwedanê da.

30 îlon, 2024   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya nêzbûna 9ʹê Cotmehê anku destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û derketina wî ji Sûriyeyê, li bajarên Qamişlo, Til Koçer, Tirbespiyê û Çilaxa yên kantona Cizîrê civînên girseyî hatin lidarxistin. Di civînan de li ser komployê û rêbazên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axaftin hatin kirin.

Di civînan de endamên saziyan, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û şênî beşdar bûn.

Axêveran komploya navneteweyî ji destpêka derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê heta bi revandina wî li paytexta Kenyayê Neyrûbî, vegot.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurdan û krîzên Rojhilata Navîn çareseriyên siyasî û aştiyane tecrîh dikirin. Lê tercîhên aştiyane û çareseriyên siyasî nakevin xizmetî dewletên kapîtalîst û neteweperest ji ber wê ev komplo pêk anîn.

Her wiha di axêveran got komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya li dijî çareseriya dozên gelên Rojhilata Navîn e, ji lew re dive gel hevgirtî be, eniya hundirîn xurt bike, li dijî tevahî şêweyên şerê taybet tê bikoşe û berxwedaneke rasteqîn li ser metoda Rêber Abdullah Ocalan bimeşîne da ku şoreşê biparêze û azadiya wî ya fîzîkî misoger bike.

Civîn bi siloganên ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ û ʹŞehîd namirinʹ bi dawî bû.

(mh)

ANHA

Tirbe sipîyê

Qamişlo

çil axa