Bi panelekê bal kişandin ser girîngiya xwe birêxistinkirina civakê

Li bajarê Minbicê têkildarî girîngiya xwe birêxistinkirin û xwe birêvebirina civakê panelek hat lidarxistin. Beşdarên panelê bal kişand ser girîngiya rola xwerêxistinkirina dûrî desthilatê di çareserkirina doz û aloziyan de.

5 mijdar, 2023   15:18
MINBIC

Meclisa Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşmeya “Civaka sivîl û rola wî di çareseriya siyasî de” li bajarê Minbicê panelek li dar xist.

Panel li avahiya Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê hat lidarxistin û nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û hevserokên komîn û meclisan beşdarê bûn.

Di panelê de endamê rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fehid Şelaş behsa girîngiya xwe birêxistinkirin û xwe birêvebirina civakê kir û got: “Di dîrokê de vê yekê roleke girîng lîstiye, rê nedaye ku astengî li pêşiya berdewamkirina jiyanê derkevin, her tim doz çareser kirine.”

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê Ezab El Ebûd jî bal kişand ser girîngiya xwe birêxistinkirina civakê di diyarkirina çarenûsa gelan de.

Beşdarên panelê jî nêrînên xwe der barê mijarê de parve kirin û bal kişandin ser girîngî û bandora xwe birêxistinkirina civakan û gotin: “Ev yek demokrasiyê tîne, rê li aştiyê, bidawîkirina şer û pêkanîna ewlehiyê vedike.”

(c)

ANHA