Ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji Minbicê bang hat kirin

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundewarên wê bang li saziyên navneteweyî, NY, YE û Komîteya Xaçasor a Navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin doza Rêber Abdullah Ocalan.

Ji bo Rêber Abdullah Ocalan ji Minbicê bang hat kirin
5 mijdar, 2023   15:05
MINBIC

Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê têkildarî mijarê li pêşiya Nexweşxaneya Firatê ya li bajêr daxuyaniyek da raya giştî. Endamê komîteyê Qusey Mihemed bi amadebûna bijîşk, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku binçavkirin û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye û hemû hevpeymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û mafên girtiyan binpê dike û wiha dewam kir: “Rêber Abdullah Ocalan hatiye revandin, bi darê zorê hatiye windakirin, di hucreya yekkesî de tê rakirin û bi îşkenceya derûnî re rû bi rû ye. Ev kirin sûcên dijî mirovahiyê ne û destwerdana lezgîn a civaka navneteweyî pêwîst dikin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan xwediyê fikira neteweya demokratîk e ku rêya rizgarkirina gelên bindest ên cîhanê nîşan dide.”

Di dewama daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku Rêber Abdullah Ocalan tavilê û bêyî şert ji girtîgehê bê berdan. Her wiha bang li saziyên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropayê (YE) û Komîteya Xaçasor a Navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin doza Rêber Abdullah Ocalan û hat gotin: “Azadiya wî azadiya gelên herêmê ye.”

(c)