Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin

Bi dirûşmên "Şehîd namirin " û "Bi can, bi xwîn em bi te re şehîd" şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa Xelef El Mûsa li Reqayê hat oxkirin.

Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
Bi merasîmeke girseyî şehîd Mûsa El Mûsa hat oxirkirin
16 adar, 2025   14:41
REQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa Xelef El Mûsa ê ku duh (15 Adar 2025) di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li ser rêya Reqa-Hikumiyê şehîd bû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê hat oxirkirin. 

Şêniyên bajar û gundewarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclisên gel û Kombûna Jinan a Zenûbiya di merasîmê de amade bûn ku

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan û torana leşkerî  ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Hesan El Seeb sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku serketin û istiqrara herêmê encamên keda şehîdan e.

Hesan El Seeb soza domandina xeta şehîdan û parastina ewlehiyê herêmê da.

Di dewama merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Eyn Îsa Sefiya El Ehmed jî sersaxî da malbata şehîd û anî ziman ku şehîd Mûsa di rêya parastina welat û rûmeta gelê xwe de şehîd bû.

Sefiya El Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Şehîdan soz dan û soza xwe bi cih anîn. Em jî soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heya Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mûsa El Mûsa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" spart axê.

(bb)

ANHA